QSD: Hêzên me tola şehîdan hilanî

Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê heta Qamişloyê bê navber êrişî herêmê dikin. Di van rojên dawiyê de jî ev êrişên xwe zêde kirine. Di encama van êrişan de jî her carê sivîl dibin hedef û heta niha gelek welatî ji ber van êrişa şehîd bûne. Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya xwe parastinê de bersiva êrişan didin. Navenda Ragihandinê ya QSD ragihand ku ji bo tolhildana şehîdan, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê 3 çalakiyên bibandor li dar xistine. Hat diyar kirin di van çalakiyan de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û herî kêm 2 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bo tolhildana şehîdan, li dijî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî li dar xistine..

QSD’ê diyar kir çalakî li ser sînorê bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê hatine li darxistin û di encamê de 23 leşkerên Tirk hatin e kuştin û herî kêm 2 jî birîndar bûn e..

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got:

“Di demên dawîn de êrişên artêşa Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn.

Di van êrişan de hem ji gelê me, hem jî ji hêzên leşkerî gelek şehadetên giranbûha çêbûn.

Tenê ji destpêka meha Tebaxê ve 2 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 10 zarok û 3 jin, bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn.”

QSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser rêzeçalakiyên ku hêzên wan di çarçoveya bersivdana van êrişan de li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, ev agahî parve kirin:

“Di 8’ê Tebaxê 2022’yan de li sînorê bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

QSD: Di çalakiyên bersivdanê de 23 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiya destpêkê de erebeya zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin û di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn û erebeya zirxî hat teqandin..

Di çalakiya duyemîn de panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin û di encamê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û panzêr hat teqandin.

Di çalakiya sêyemîn de jî panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin û di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û panzêr hat teqandin..

Di van her sê çalakiyan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî soz da ku wê tu êrişên li hember gel û herêmê bê bersiv nebînin.

Back to top button