Murad Karayilan: Gerîlayê nûjen li dijî teknîka herî pêşketî şer dike û encamê digire

Fermandarê Bîryargeha NPG’ê Mûrad Karayilan têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re dibêje, “Gerîlayên Kurdistanê di fedaîtiyê de gihîştine asta herî bilind. Gerîlayên sedsala 21’ê wê nîşan bide ku têk naçe û sala 39’an a 15’ê Tebaxê bikin sala berxwedan û serketinên mezin.”

Ajansa ANF’ê beşa duyemîn a hevpeyvînê ya Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Mûrat Karayilan weşand.

Di vê beşê de Murad Karayilan, têkoşîna gerîlayên modern ku li hemberî teknîka herî pêşketî a dijmin şer dike û li berxwe dide nirxand.

Murad Karayilan anî ziman şerê îro ku bi teknîk û îstîxbaratê tê meşandin heya astekê bi xwe re encam tîne û wiha got: “Rêber Apo çend sal berê got ‘Mirov teknîka herî mezin e’ û di esasê xwe de felsefeya Rêber Apo li ser rastiya mirov kûr dibe.

Tişta ku felsefeya Apocî û tarza perwerdehiyê li ser wê kûr dibe, diyardeya mirov e.

Ji ber vê cihê ku behremendî, aqil, îrade, cesaret, fedakarî herî zêde li ser disekine, refên PKK’ê ye.

Di serdema nû de gerîla xwe dispêre vî tiştî.”

Karayilan desnîştan kir ku bi berxwedan û têkoşîna li hemberî zehmetiyan, gerîla xwe gihandiye felsefeya Rêbertî û hêza wê ya rastîn.

Karayilan diyar kir ku li ser bingeha qehremaniyên mezin û şehadeta pêşengên mezin ev ast çêbû.

Murad Karayilan: Gerîlayên Kurdistanê di fedaîtiyê de gihîştine asta herî jor

Murad Karayilan destnîşankir gerîlayên Kurdistanê îro di warê afirîneriya taktîk de jî gihiştiye asteke herî pêş û wiha dewam kir:

“Ji ber vê sala 39’emîn a têkoşîna me ya çekdarî, ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di saleke girîng de ye.

Em dikevin pêvajoyeke ku êdî wê meşa azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê bi awayekî xurt têkeve rojevê.

Di encama dawîn de gerîlatiya nûjen êdî ne diyardeyeke wisa ye ku bi Kurdistanê re eleqedar e.

Ev gava taktîkî, ji bo hemû mirovayetiyê rê û rêbaza berxwedaneke nû jî derdixe holê. ”

Murad Karayilan: Gelê ku xwe bi perspektîfa Şerê Gel a Şoreşgerî rêxistin bike wê bi serbikeve

Di dewamê de Mûrat Karayilan destnîşan kir ku di warê parastina qadên azad de, şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, mînakeke şênbere û got:

“Ger sibê berê xwe bidin Rojava yan jî derên din, têkoşîneke ku berxwedan û parastina tevahiya civakê pêş dixe û li gorî Perspektîfa Şerê Gel a Şoreşgerî xwe bi rêxistin dike wê teqez bi ser bikeve.

Wê di serdema me de jî her kes bibîne ku li hemberî hêzên hegemon ên ku her cure teknolojî di destê wan de ye parastina qadên azad pêkan e. ”

Murad Karayilan: Sala 39’an ya 15’ê Tebaxê wê bibe sala serkeftin û berxwedana mezin

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan dawî diyar kir ku wê gerîlayên sedsala 21’emîn di vê pêvajoyê de têkneçûna xwe diyar bike û sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê bike sala serkeftin û berxwedana mezin.

Back to top button