ASAYÎŞA PDK’Ê CIWANEKÎ MERTALÊ ZINDÎ BINÇAV KIR

Çlakiya Mertalên Zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk li başûrê Kurdistanê didome. Asayîşa PDK’ê jî ciwanekî ku li dijî dagirkeriya Tirk li Biradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû biçavkirin.

Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Biradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin.

Li gorî zanyariyên ku ji mertalên zindî hatine girtin, Eyûb Xelîl ê destpêkê ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve hatiye binçavkirin, piştî kontrola nasnameyê radestî asayîşa Mêsîf a Hewlêrê hatiye kirin.

Heya niha asayîşa Sîdekanê têkildarî binçavkirina mertalê zindî ti agahiyek parve nekiriye.

Heta niha gelek çalakgerên mertalên zindî ji aliyê Asayîşê ve têne binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button