Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên ji bo salvegera 15’ê Tebaxê destpêkirine. Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê 15’ê Tebaxê bi meşekê hat pîroz kirin.
Li Helebê bi dirûşma “Bi rihê 15’ê Tebaxê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin”, meşek hat lidarxistin.
Bi sedan ciwan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li meşê bûn.
Meş li çerxerêya Şehîd Destîna veguherî mîtîngê û li wir Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û got:
Em wek Yekitiya Jinên Ciwan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Roja 15’ê Tebaxê êdî bûye roja jidayîkbûna nû ya gelê Kurd û gelên herêmê.