Kirîza siyasî ya li başûrê Kurdistanê didome. Duh aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê bi amadebûna Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê li hev civiyan. Serokê YNK’ê Bafil Talabanî got, “Eger paşguhkirina Silêmaniyê bidome, ew ê YNK’ê xwe ji hikumetê bikşîne..”
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di kanala YNK’ê Kurdsat TV de qala komcivînê kir û diyar kir ku wan bi awayekî eşkere anîne ziman ku rewşa Silêmaniyê gelek xirab e û piraniya projeyan hatine rawestandin.
Bafil Talabanî got: “Di civînê de me rewşa mûçeyên karmendan, alikariya xwendekaran û çareserkirina pirsgirêkên xizmetê li Silêmaniyê guftugo kirin.
Eger krîza paşguhkirina Silêmaniyê bidome, em ê xwe ji Hikumeta Herêmê vekişînin.”
Di komcivîna ku duh aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina aloziya siyasî hatibûn gel hev, li hev nekirin û nekarîn roja hilbijartina Parlamentoya herêmê diyar bikin…
Biryar hat girtin ku di serê meha Îlonê de dîsa li ser mijara hilbijartinê kom bibin.