Gundên herêma şehbayê û Eyn îsa û Rêya M4 hatin topbarankirin

Îro jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi dijwarî herêma Şehbayê dan ber topan.

Beriya saetekê dagirkeriya Tirk gundê Til Qrirahê topbaran kir.

Têkildarî ziyanên topbaranê ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.

Her wiha beriya wê jî, artêşa Tirk derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê da ber topan.

Dîsa leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mielek, Cideyda û kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran dikin.

Back to top button