Rêya M4 û gundewarê Şehba, Eyn Îsayê hatin topbarankirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê rojane bûye.

Doh êvarê artêşa Tirk a dagirker careke din gundewarê Şehbayê topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk doh derengiya şevê navbera gundê Hirbil û Um El-Hoş ên Şehbayê bi tankan topbaran kir.

Beriya êrişa li ser gundê Hirbil û Um el hoş dagirkeriya Tirk gundê Til Qirahê jî topbaran kir.

Têkildarî ziyanên topbaranê ti agahiyên nehatin bidestxistin.

Her wiha beriya wê jî, artêşa Tirk derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê da ber topan.

Dîsa leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê derdora saet 6’an gundên Mielek, Cideyda û kampa Eyn Îsa û rêya M4 jî topbaran kirin.

Back to top button