Cenazeyên Şehîd Çiya Qamişlo û Edîb Elî hatin oxirkirin

Şehîd Bawer Ridwan Eniz bi nasnav Çiya Qamişlo û welatiyê bi navê Edîb Elî li Qamişlo, bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Li Minbicê jî ji bo şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Ferec Hec Elî jî merasîmek pêk hat.
Di merasîmên şehîdan de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna wan hatinje bidestxistina hate dayîn.

Berî du rojan bi êrişeke dewleta Tirk a bi balafiran Çiya Qamişlo û welatiyê bi navê Edîb Elî şehîd bûn.

Ev êriş li gundê Mele Sibat ê Qamişlo ku li ser rêya navdewletî ye, pêk hat.

Duh jî ji bo herdu şehîdan li Qamişlo mewrasîmek pêk hat.

Bi sedan ji şêniyên Qamişlo tevlî merasîma şehîdan bûn. 00045 vê dîmenê karbîne

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îsam Girbawî axivî û tekez kir wê dewleta Tirk negîhîje armancên xwe û ew ê li gel hêzên xwe axa xwe biparêzin.

Birayê Şehîd Çiya Qamişlo: Em ê tola şehîdan hilînin

Di merasîmê de endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo jî piştrast kir ku ew bi hemû pêkhateyên herêmê amade ne bersiva binpêkirinên dagirkeriya Tirk bidin. 00055 vê dîmene karbînin

Birayê şehîd Çiya Qamişlo jî teqez kir ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe bin û heta dawî li ber xwe bidin.

Piştre nasnameya şehadetê ya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dawiyê jî herdu şehîd di nava silogan û tilîliyên dayikan de hatin oxirkirin. 00028 vê dîmenê karbînin

Cenazeyê Ş. Ehmed Ferec bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Minbicê jî, duh merasîm hebû.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Ferec Hec Elî 10’ê Tebaxê dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana Şehîdan a Minbicê pêk hat.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Qanûnsaz a Minbicê axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Paşê nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hat veşartin.

Back to top button