RÊJÎMA ÎRANÊ BI TOPAN SIVÎLEK KUŞT Û 2 JÎ BIRÎNDAR KIRIN

Rejîma Îranê careke din herêma Biradostê topbaran kir.

Di encama topbaranê sivîlek şehîd û 2 jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê gundên Telan, Şikene û Male Mela yên herêma Biradost a Hewlêrê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li gundê Telan topek li ber malekê ketiye.

Di encamê de sivîlek şehîd û 2 jî birîndar bûne.

Şehîd û birîndar ji yek malbatê ne.

Heta niha bi dehên caran dewleta Tirk jî herêma Biradost bombebaran kiriye.

Leave a Reply

Back to top button