Ji bo 15’ê Tebaxê Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê şahiyek lidar xist

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên ji bo salvegera 15’ê Tebaxê destpêkirine.

Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê bi şahiyek cejna vejînê pîroz kir.

Bi boneya nêzîkbûna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê şahiyek li ber navenda xwe li dar xist. Bi dehan şênî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Rûheyv Firat axivî.

Rûheyv Firat got:

“Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê û têkoşîna şehîd Egîd gelê Kurd gelek serkeftin bi dest xistin e.

Ev gel xwedî vîneke xurt a têkoşînê ye, emê bi rihê 15’ê Tebaxê, li dijî êriş û faşîzma dewleta Tirk têbikoşin û axa xwe biparêzin.”

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Back to top button