Zozan Çewlik: Gerîlayên YJA Star li ser xeta serfiraziyê ya Egîd û Zîlan bûne hêz

Bi nêzîkbûna 15’ê Tebaxê cejina vejînê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik nirxandin kir û da zanîn ku xeta Egîd û Zîlan xeta Serketinê ye.Zozan Çewlik dibje:
”Bi biryardariya serkeftina teqez a bi ruhê 15’ê Tebaxê em dikevin sala 39’emîn”.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi boneya nêzbûna 15’ê Tebaxê nirxandin kir û di dirêjahiya ewqas salan de behsa rol, pêşengtî û gerîlatiya jinê kir.

Zozan Çewlik anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi Rêber Apo û bi fermandariya heval Egîd pêk hat, 38’an salan temam dike.

Zozan da zanî ku Gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengtiya gerîlatiya modern a sedsala 21’emîn dikin, li ser xeta serfiraziyê ya Egîd û Zîlan bûne hêz.

Zozan Çewlik: Bi saya fikrên Rêber Apo tevgera azadiyê ya jinan derfeta geşbûnê bi dest xistiye

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê dewama nirxandina xwe ev got:

Bi saya pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî ya Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Jinan derfeta geşbûnê bi dest xistiye û ji çalakiya 15’ê Tebaxê û vir ve li hemberî feraseta mêrserwer, têkoşîn bi dest xistiye.

Ji ber vê jî çawa ku di dîroka têkoşîna me de nasnameya jina azad xwe li ser rastiya ‘Zîlan’ pênase dike, nasnameya mêrên azad jî li ser rastiya ‘Egîd’ ji xwe re pênase dike.

Zozan Çewlik: 15’ê Tebaxê ji bo parastina jiyana mirovatiyê bû

Zozan Çewlik diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê, li ser bingeha gerîlatiya li Kurdistanê ji serhildanên di dîroka Kurdan de destpêkirin û wiha domand:

Bi hezaran Egîd û Zîlan ên ku ji Botanê heta Zagrosê ji bo parastina jiyana mirovayetiyê ya hêzê ji çanda xwedawendiyê digire û dixwaze têkoşînê bide hemû mirovayetiyê, xwe dispêrin nirxên mezin ên li ser vê axê şax vedane û wisa li ber xwe didin.

Li ser vê bingehê gerîlayên YJA Starê xwedî li mîrateya Rêbertî û şehîdan derdikeve û li her çar parçeyên Kurdistanê mînakên mezin ên qehremaniyê nîşan didin.

YJA-Star, di nav vî şerî de her roj bi taktîkên afirîner bi çalakiyên xwe serkeftinên nû bi dest dixe û derdixîne holê.

Zozan Çewlik: Bi biryardariya serkeftina tekez em dikevin sala 39’an

Der barê berxwedana ku dema dawî li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin jî Zozan Çewlik ev got:

Di pratîka şerê me yê 38 salan de û tarza gerîlatiya şerê gel ê şoreşgerî, bi pratîka xwe ya şênber derxistiye holê ku ew ê karibe dijmin û teknolojiyên herî bilind têk bibe.

Li ser vî esasî em berê xwe didin pêşerojên azad ên bi Rêber Apo re û bi biryardariya serkeftina teqez bi ruhê 15’ê Tebaxê em dikevin sala 39’emîn de.

Back to top button