Gerîla TV dîmenê Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya 24’ê Gulanê ku li Qada Kurojahro ya Zapê hate lidarxistin û çek û cebilxaneyên leşkerî yên hatin rakirin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî dabû:
Di 24’ê Gulanê de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Şemdîn ê Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bûn, tîmên gerîla ji du milan ve li dagirkeran dabûn.
Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de 8 dagirker hatin cezakirin, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC, dûrbîneke termal hate desteserkirin û 3 çeper hatin îmhakirin.