KCK: Ji civîna dawî ya Soçî biryara êrişê derket

Ji ber hevkariya li dijî dewleta Tirk dikin, KCK’ê hêzên cîhanî weke “hevkarê sûcê şer” binav kir û got; Divê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî amadekariyên xwe derxin asta herî jor. Êdî dem hatiye ku derba mirinê li dagirkeriya Tirk were xistin.

Têkildarî zêdebûna êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê bêdengiya hêzên cîhanî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlla bi bîr xist û got;

Diyar e ku tişta ji civînên Madrîd. Tehran û Soçî derketiye, zêdekirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Ji xwe gefên Erdogan û wezîrên wî yên dagirkirina Rojava jî nîşaneya vê yekê ne.

Êdî wisa lê hatiye ku dewleta Tirk li Bakurê Sûrî û Rojava ti pîvanan nas nake. Li dijî hêzên parastinê û gelê sivîl komkujiyan pêk tîne.

Bi van êrişan dixwaze gel neçarî koçberiyê bike û li şûna wan çeteyên xwe bicih bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku bêdengiya hêzên cîhanî rê li ber hêrsa gel vedike û got;

KCK: Hêzên cîhanî hevkariya Sûcên dewleta Tirk dikin

Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Rûsya, NATO û Yekîtiya Ewrûpa li dijî êrişan bêdeng in.

Li aliyekê QSD’ê weke hevkarê xwe ê li dijî DAIŞ’ê dibînin, li aliyê din êrişa li dijî van hevkarên xwe ranawestînin. Êdî wisa li wan hatiye ku di peyamên xwe ên sersaxiyê de jî navê dewleta Tirk a kujer bilêv nakin.

Ev durûtî ye û ti qîmeta wê tine ye.

KCK’ê ragihand ku Erdogan destûra ferehkirina dagirkeriya xwe ji NATO’yê girtiye û wiha dewam kir:

Wateya vê erêkirina komkujiyên li dijî gelê Kurd e.

Cîhanê hemû dizane ku bi saya berxwedana gelê Kurd DAIŞ têk çû.

Lê îro Koalîsyona Navdewletî, li şûna ku destekê bide gelê Kurd, piştgiriya xwediyê DAIŞ’ê dewleta Tirk dike.

Heman koalîsyon baş dizane ku serçeteyên DAIŞ’ê hemû li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ne.

Û Tirkiyê di bin navê “herêmên ewle” van çeteyan diparêze.

KCK: Dem hatiye ku derba mirinê li dagirkeriya Tirk were xistin

Hevserokatiya Konseya Rêveber bang li hêzên cîhanî kir da ku dawî li piştgiriya dewleta Tirk bînin û ev bang li gelê herêmê kir:

Di serî de gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li hemberî êrişên dewleta Tirk divê amadekariyên xwe derxin asta herî jor.

Ji 7 heta 70 salî herkes tevlî şerê parastinê bibe.

Bi taybet li Rojava êdî dem hatiye ku derba mirinê li dagirkeriya Tirk were xistin.

Back to top button