Sedr peyamek ji bo alîgirên çarçoveya Hemahengî belav kir

Li Iraqê rewşa heyî aloztir dibe. Serokê Tevgera Sadr daxwaz ji alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir ku xwepêşandanek aştiyane bikin û ewlehiya civakî biparêzin.Sadr got: “Ne ji bo rêberên wan lê em destê hevaltiyê ji girseya Çarçoveya Hemahengî re dirêj dikin.”

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sadr di rûpela xwe ya Twîtter’ê de peyamek ji bo xwepêşanderên Çarçoveya Hemahengî belavkir û dibêje:

“Em û alîgirên Çarçoveya Hemahengî di aliyê krîza li welat heyî de ferqa me nîne.

Lê pirsgirêka me bi serokatiyan re heye.

Bila xwepêşandana we ji bo serketina reformê be, ne ji bo rûmeta dewlet û Hikumeta ku ji Iraqê re sud bû be.”

Sadr di dewama peyama xwe de daxwaz ji alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir ku xwepêşandana xwe bi awayekî aştiyane bikin û got: “Heger biryare ku heman demê xwepêşandanên reformê de xwepêşandan bikin, bila xwepêşandana we aştiyane be û ewlehiya civakî biparêze.

Ji ber Iraq ji hemû nav û nasnavan mezintire.

Em destê hevaltiyê ji girseyên Çarçoveya Hemahengî re dirêj dikin, ne ji rêberan re.”

Hêjayî gotinê ye ku îro alîgirên Tevgera Sedir û alîgirên Çarçoveya hemahengî di heman demê de cuda cuda xwepêşandan li bajarên Iraqê li dardixin.

Back to top button