Li Ukrayna metirsiya ji felaketeke nukleerî zêde dibe

Li Ukrayna êdî şer bi çekên giran têne kirin. Her ku pêla şer dijwar dibe, asta çekên têne bikaranîn jî tê guhertin. Herî dawî ev şer xwe li metirsiyek ya nukleerî qelibandiye. Ji ber metirsiya şerê li derdora santirala nukleerî ya li Zaporozha, Serokomarê Ukrayna Zelensky hişyariya “felaketek nukleerî” da.

Şerê vê dawiyê li derdora santrala nukleerî ya Zaporozhye ya li başûrê Ukraynayê, fikarên karesateke nukleerî zêde dike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hişyarî da ku Rûsya “dibe ku bibe sedema mezintirîn karesata nukleerî ya di dîrokê de”.

Zelensky got,

Di be encama li Zaporozhye, ji karesata Çernobîlê ya sala 1986’an xerabtir be.

Zelensky bi vîdeo konferansê beşdarî konferansa xêrxwazan a ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê hat lidarxistin bû.

Serokê Ukrayna, Rûsya bi “dewleteke terorîst” sûcdar kir ku santrala nukleerî ji bo “rehîn girtin û reşkirinê” bikar tîne.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Gutterres jî dibêje ew li ser mijarê bi fikare.

Şer li derdora Zaporozhye dijwar bûye

Hat ragihandin ku li derdora santrala nukleerî ya Zaporozhye ku Rûsyayê di meha Adarê de kontrol kiribû dijwar bûne.

Rûsya û Ukrayna hevdu ji êrîşên li derdora santrala nukleerî berpirsyar dibînin.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşên li ser santralê de hin beşan ziyan dîtine û li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê dane yek ji 3 reaktorên ku di destpêka meha Tebaxê de hê di kar de ne hatine girtin.

Şîrketa Energoatom a Ukraynayê ku karê santralê girtibû ser milê xwe, aliyê rûsî bi plana girêdana santralê bi Kirima di bin kontirola Rûsyayê de sûcdar kir.

Bi vê yekê re, îdia kir ku zirar daye kabloyên elektrîkê yên girêdayî tora Ukraynayê.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê dane, şeva Sêşemê di êrîşên bombeyî yên li derdora santrala nukleerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şeva borî di encama êrişa mûşekî ya Rûsyayê li bajarê Nîkopolê ku bi 100 kîlometran dûrî santrala atomî ye, 3 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku êrîşên Rûsyayê li herêma Donbassê ya li rojhilatê Ukraynayê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku Waliyê Donetskê Pavlo Kirilenko daye çapemeniyê, di êrîşên 24 saetên dawî yên li herêmê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Santirala nukleerî ya navborî di heman demê de, santirala herî mezin ya Ewropayê ye.

Li santrala ku xebatên xwe didomîne, xebatkarên teknîkî yên Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de xebatên xwe didomînin.

Back to top button