Amerîka: Îran perwerdeya balafirên bêmirov dide Rûsan

Şerê li Ukrayna, aloziyên navbera Amerîka û Îran zêdetir kiriye. Amerîka îdia dike ku di çarçoveya peymana veguhestina balafirên bêmirov ên di navbera her du welatan de, di van çend hefteyên dawî de rayedarên Rûsyayê li Îranê perwerdeyê dibînin.

Amerîka ragihand ku hêzên Rûsyayê li Îranê perwerdehiya balafirên bê mirov dîtine.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di daxuyaniyekê li ser mijarê axivî û got:

Di çarçoveya peymana veguhestina firokeyên bêmirov ên di navbera her du welatan de, di çend hefteyên borî de berpirsên Rûsî li Îranê perwerde dîtine.

Meha borî berpirsên Amerîkî diyar kiribûn ku ew di wê baweriyê de ne, Îran amade ye bi sedan firokeyên bêmirov bişîne Rûsyayê.

Berpirsên Rûsyayê jî serdana Îranê kirin da ku wan firokeyên bêmirov bibînin.

Di dema ku êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê dewam dikirin de, hat şîrovekirin ku ji ber windahiyên xwe yên li qadê, Rûsyayê ji bo balafirên bêmirov ên çekdar neçarî Îranê bû.

Hat îdiakirin ku Rûsya amadekariya kirîna 2 cureyên van balafirên ji Îranê dike.

Back to top button