Li mala Trump lêgerîn bo belgeyên têkildarî Çekên Nukleerî pêk hat

Serokê Amerîka yê berê Trump ji rojevê der nakeve. Piştî endamên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) li mala wî dest bi lêgerînê kirin, îdiayên cuda derdikevin. Çapemeniya Amerîka dibêje, li mala Trump li belgeyên nukleerî hatine lêgerîn. Hemwextî van vê, alîgirên Trump jî narawestin. Kesekî bi çek hewil da bikeve avahiya ofîsa FBI.

Di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dibe ku cara yekeme li mala serokê welat lêgerîn pêk tê.

Ev yekembûn jî bo Donal Trump pêk hat.

Berdewam lêgerîna ku FBI di rojên borî de li mala Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump a li Florîda kir, dewam dike.

Li gor nûçeya Washington Postê ku yek ji rojnameyên naskirî yên Amerîkayê ye, di serdegirtina mala Trump de li belgeyên têkildarî çekên nukleerî yên veşartî lêgerîn hatiye kirin.

Hat ragihandin ku çavkaniyên navborî derbarê naveroka belgeyan de agahî parve nekirin û der barê çekên nukleerî yên DYAyê yan jî welatekî din de agahî nedan.

Her wiha hat diyarkirin ku ne diyar e ku di vî warî de belgeyek li malê heye.

Dozgerê giştî yê Amerîka: min bi xwe lêgerîn pejirand

Ji aliyê din ve Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku lêgerîna li malê di çarçoveya lêpirsîna ku Trump dema ji wezîfeya xwe veqetiyabû bi awayekî neqanûnî ji Koşka Spî girtiye, hatiye kirin.

Serdozgerê Giştî yê Amerîkayê Merrick Garland diyar kir ku wî bi xwe pêvajoya lêgerîna li mala Trump erê kiriye.

Aligirekî Trump hewil da bi çekê derbasî ofisa FBI bibe

Piştî lêgerîna li mala Trump, alîgirên wî daketin kolanan.

Mîna ku ev yek ji bi têrê nekir, vê carê kesekî ku di êrişa bûyera 6’ê Çile ya 2021’an de cihê xwe girtî bi çek xwest derbasî ofîsa FBI bibe.

Bûyer li bajarê Cincinnati ya eyaleta Ohio pêk hat.

Back to top button