Kolombiya dixwaze bi “ELN” re diyalogê ji nûve bide despêkirin

Rêveberiya nû ya Kolombiya dixwaze êdî şerê dehê salan bi dawî bike. Piştî gerîlayê berê Gustavo Petro bo serokomarê welat, daxwazên peymana aştiyê ya li gel gerîllayan zêdetir derket pêş. Hikumetê got, ew dixwazin bi alîkariya Kubayê li gel Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re diyalogê ji nûve despê bike.

Li Kolombiya şer û berxwedana dehê salan ya gerîllayan digihêje armanca xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Kolombiyayê Alvaro Levya serdana paytexta Kubayê Havana yê kir.

Levya li wir axivî û got: “Serokomar Gustavo Petro ji bo destpêkirina şêwreke aştiyane pêşniyar kiriye.

Em dixwazin li vî welatê aştiyê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî re diyalogê bidomînin.”

Wezîrê Karê Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez ku bi Levya re civîneke çapemeniyê li dar xist, got, “Ji bo bi ELN’ê re ji nûve diyalog destpê bike û di rêyê aştiyê de lihevkirinek çêbibe, ev yek firsend e.

Wê Kuba di xizmeta alîgiran de be.”

Serokomar Gustavo Petro roja Pêncşemê got, şandeke hikûmeta Kolombiyayê ji bo nirxandina niyeta wê ya aştiyê ya bi ELN’ê re serdana Kubayê kiriye.

Petro, anî ziman ku ew dixwazin bi tevgera gerîla re danûstandinê ji nûve bidin destpêkirin û ev tişt anî ziman:

Min destûr daye serokê şandeyê Danîllo Rueda ku bi şefên gerîla yên ji sala 2018’an ve li Havanayê ne, têkiliyê deyne.

Diyaloga ku berê bi ELN’ê re hatibû destpêkirin, ji hêla rastgir Ivan Duque ve ku di navbera sal ên 2018-2022’an ku serokê welat bû, hatibû birîn.

Petro ku di dîroka Kolombiyayê de yekem serokomarê çepgire got:

“Em ê vê yekê binirxînin, gelek gotegot, daxuyaniyên ji bo agirbestê, îmkanên aştiyê hene, lê niha pirsek ew e ku divê em zanibin ev yek rast e yan na.”

Di sala 2016’an de di navbera Serokomarê wê demê Juan Manuel Santos û tevgera gerîla ya herî mezin a welat FARC’ê de peymana aştiyê ya dîrokî hate kirin.

Di serdema Santosê de bi ELN’ê re diyalog hat avakirin, lê piştî guherîna serokomariyê ev hevdîtin rawestiyan.

Serokomarê Şîlî Gabriel Borîc jî ragihand ku ew ê ji bo danûstandinên bi ELN’ê re bibin garantor.

Li gorî rayedarên Kolombiyayê, niha derdora 2 hezar û 500 gerîlayên ELN’ê hene.

Tevgera gerîla bi taybetî li herêma Pasîfîk û herêma sînorê bi Venezuelayê re cih digirin.

Back to top button