Brezîlya..Li dijî Bolsonaro bi hezaran kes daketin qadan

Li Brezîlya metirsiyek zêde ya ji serokê welat Bolsonaro yê rastigr heye. Bolsonaro yê di her fersendê de sîstema hilbijartina li welat şaş dibîne, fikarên demokratan zêde dike. Ji ber van fikar û hilbijartina ku wê Cotmehê pêk were, bi hezaran kes daketin kolanan. Metirsiya wan ewe ku wê Bolsonaro dest ji erka serokatiya welat bernede.

Li gorî nûçeya BBC, ji ber fikarên ku Serokomarê rastgirên tund Jair Bolsonaro di hilbijartinê de têk biçe jî wê dest ji erk bernede, li gelek bajarên Brezîlyayê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xwepêşandêran daxuyaniya ku bi milyonan kes îmze kiribûn xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demokrasiya welat bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye.

Bolsonaro gelek caran bertek nîşanî pergala hilbijartinê ya Brezîlyayê da û got,

Cîhazên dengdanê yên elektronîkî derî li ber neheqiyan vedike.

Bolsonaro yê salek berê hewl da ku pergala hilbijartinê biguherîne, îşaret bi wê yekê kir ku eger ew bi pergala heyî winda bike dê îdîaya neqanûnî bike.

Pêşniyara Bolsonaro ji hêla Kongreyê ve rastî piştevaniyê hat.

Back to top button