HPC-Jin li dijî êrişan li ber avahiya ny a li Qamişlo konê çalakiyê veda

Îro jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî hebûn. HPC-Jin li dijî êrişan û bêdengiya Hêzên Navnetewî li ber navenda Neteweyên Yekbûyî a li Qamişloyê konê çalakiyê veda. Bang li hêzên navnetewî hate kirin li dijî êrişan erkên xwe bi cih bînin.

Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel di nava çalakiyan de ne û li dijî dagirkeriyeke nû ya dewleta Tirk in.

HPC-Jin bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a qirker û bêdengiya Hêzên Navnetewî li Qamişlo li ber navenda Neteweyên Yekbûyî konê çalakiyê veda.

Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî ji herêma Cizîrê beşdarî konê çalakiyê bûn.

Li bin kon gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrişan û hat xwestin ku Neteweyên Yekbûyî helwesteke cidî li hember van êrişan nîşan bidin.

Hate diyarkirin dê konê çalakiyê vegirtî bimîne heya ku NY bersiveke zelal derbarê êrişan de bidin gel.

Back to top button