PKK: Berxwedan li ser xeta serfiraziyê didome

Komîteya Rêveber a PKK’ê, Fermandariyha Bîryargeha NPG’ê û Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî dan û salvegera Pêngavê li gelê Kurd, Rêber Apo û gerîlayên azadiyê pîroz kirin. Di peyman de bang li herkesî hate kirin ku li dijî êrişan, polîtîkayên qirkirinê û tecrîda giran ya li ser Rêber Apo bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê têkoşînê mezin bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 15’ê Tebaxê cejna vejînê li gelê Kurd pîroz kir.

PKK’ê da zanîn ku berxwedana berî 38 salan ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kir, îro Zap, Avaşîn, Metîna û her derê Kurdistanê bi çalakiyê gerîla û gel li ser rêya serfiraziyê didome.

PKK’ê diyar kir ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re fîşek li her cûre koletî, xiyanet û teslîmetê ket û ev pêngav weke çirûskê li hemberê tarîtiyê bû ronî.

PKK: Şoreşa Rojava encama pêngava 15’ê Tebaxê ye

PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev got:

“Gelekî zelal e ku Kurdan hemû tiştên li ser navê serxwebûn, azadî bi vê pêngavê dest xistiye.

Şoreşa Vejîna Neteweyî ya Dîrokî li ser vî esasî hat biserxistin û Şoreşa Azadiya Jinan li ser vî esasî hat destpêkirin.

Statuya Kurdan a li Başûr ji ber vê pêngavê ava bû û Şoreşa Azadiyê ya Rojava wekî encama yekser a vî tiştî pêk hat.”

PKK: AKP-MHP wê hesabê sûcên xwe bidin

PKK’ê dawiya daxuyaniya xwe tekez kir wê PDK, AKP-MHP hesabê sûcên ku li dijî gelê Kurd kirine bidin û ev bang kir:

“Gel û gerîla li ser xeta 15’ê tebaxê bi awayekî lehengî li her derê li ber xwe dide.

Di sala 39’an a têkoşîna azadiyê de, divê em weke tevger û gel li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî şer bikin, ji bilî têkoşîn û serketinê ti rêyek din tine ye.”

NPG: Pêngava 15’ê Tebaxê baweriya bi azadiyê afirand

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.

NPG 15’ê tebaxê weke destpêkirina şerê hebûn û azadiyê pênase kir û got:

“Ev pêngav encama berxwedana zîndana Amedê, şehîdên 14’ê Tîrmehê û berxwedana Rêber Apo ye.

Ev gav bû sedem ku gelê Kurd ji her alî ve rabe ser piyan.

Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliyê îdeolojîk, neteweyî, civakî û çandî ve jî rê li ber vejînê vekir, hêvî û baweriya bi azadiyê afirand.”

NPG’ê da zanîn ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi baweriya ku ji Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber Apo wergirtî, li dijî van hemû êrîşan bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.

NPG’ê dawiyê diyar kir ku wê li ser şopa fermandarê mezin Egîd, bi rihê fedayî yê Apocî bersivê bidin dagirkeran û sala 39’an a pêngavê bixin sala têkçûna dagirkeran.

KJK: Divê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna li dijî êriş û tecrîdê mezin bikin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û Cejna Vejînê li gelê Kurd, gelên herêmê û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

KJK’ê diyar kir pêngava 15’ê Tebaxê di warê îdeolojîk, polîtîk, felsefî û rêxistinî de pêngaveke nû ye, xeta şer û jiyanê ye.

KJK’ê bang li herkesî kir ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li her qadê li dijî êrişan û tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Back to top button