Çeteyan welatiyek li navçeya Şiyê revand û li Raco jî 1500 dar birîn

Çeteyan dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Şera revand û li Raco jî nêzî 1500 dar birîn.

Li gora Tora çalakvanên Efrînê, çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Ehmed Yûsiv Tobal yê li gundê Meariska yê navçeya Şera de girtin û bi hincetên weke her carê ew revandin.

Hate ragihandin heta niha tu agahî ji kesê revandî nehatiye wergirtin.

Çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Saîd Xelîl yê ji navçeya Bilbilê ku beriya 4 mehan ew revandibû, di berdêla berdana wî de pere wergirtin.

Her wiha hat ragihandin çeteyan li Deşta Şadiya yê navçeya Raco jî 1500 dar birîn

Back to top button