7 Rêxistinan bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê bikevin tevgerê

7 rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovan ên Sûriyê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Rêxistinan bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin ji bo êrişan û sûcan rawestînin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Her wiha rêxistinan bang li meclisa mafên mirovan a NY kir li hember vê rewşa trajedîk û xwîndar a domdar li gorî van xalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin:

-Bi awayekî cidî fişarê li hikumeta dagirker bikin ji bo êrişên xwe yên rojane li ser herêmê rawestîne.

-Yekser û bêşer hêzên Tirkiyê û hevkarên wê ji axa Sûriyê û herêmê derxînin.

-Bi tevlêbûna nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê û rêxistinên parêzvanên mafên mirovan û jinan li Sûriyê, komîteyeke lêpirsîna darizandinê ya serbixwe û bêalî ava bikin.

-Rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê vexwenînin da ku ji bo belgekirina sûcên cuda yên ku hêzên Tirkiyê yên dagirker ji destpêka dagirkirinê ve û heta niha pêk anîne, hevkariyê bikin.

Back to top button