Saziya Malbatên Şehîdan a Şamê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexta Şamê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeirya Tirk ên li ser herêmê şermezar kir.

Bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan li Taxa Zorava a li Şamê kom bûn û li dijî êrişên dagirkeirya Tirk li ser herêmê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin ku bi dehan sivîl ku gelek ji wan zarok û şervanên QSD’ê ên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine dibine hedefe êrişan.

Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Zorava bang li dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in kir ku helwesta xwe li hember êrişên rojane yên li dijî gelê herêmê zelal bikin.

Her wiha bang li gelê Sûriyê û welatparêzan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê divê bi destê Sûriyan be.

Back to top button