KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hişt ku gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê cejna vejînê li hemû kurdan û dostên wan pîroz kir û got:

Gerîla îro bi rihê 15’ê tebaxê li her derê şer dike,lê têkçûna giştî ya dagirkeriya tirk ne tenê bi têkoşîna gerîla, bi berxwedaniya tevahî civakê pêkan e.

Divê ciwanên kurd berê xwe bidin qadên têkoşînê. Rihê berxwedêr ê 15’ê tebaxê îro didome û wê teqez biserkeve.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û banga têkoşînê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê û hemû gelên Kurd û dostên wan pîroz kir.

KCK”ê Pêngava 15’ê Tebaxê weke çalakiyeke azadiyê ya mezin û dîrokî pênasekir û got.

“Gelê Kurd ê ku mehkûmî tunebûnê bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ji nû ve li Kurdistanê Şoreşa Vejînê pêk anî.

Ev pêngav hişt ku gelê kurd li tinebûnê rizgar bibe.

Ev pêngav pêvajoya tinebûnê bi dawî kir û ji bo Kurdistanê dîrokeke nû ya hebûn û azadiyê dest pê kir.”

KCK: Pêngava 15’ê Tebaê jiyan û kesayetiyeke nû ava kir

KCK’ê dazann Pêngava 15’ê Tebaxê tirsa ku mêtîngeriyê çêkiribû hilweşand û di nav gelê Kurd de cesaret û xwebawerî çêkir.

KCK’ê got:

“Di rastiya xwe de Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê encamên leşkerî, di heman demê de encamên siyasî, çandî û civakî jî derxist holê.

Û li Kurdistanê di her warî de pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin.

Di warê pêşxistina Tevgera Azadiya Jinê û vîna jinê de jî pêngaveke dîrokî bû.

Bi vê pêngavê ve jina kurd îro hem li Kurdistan hem li Rojhilata Navîn hem jî Cîhanê bû pêşeng”

KCK: Faşîma AKP û MHP’ê berdewamiya faşîzma 12’ê Îlonê ye

KCK’ê diyar kir ku çawa faşîzma 12’ê îlon dixwast kurdan qirbike îro faşîzma AKP û MHP’ê jî dixwaze bi êrîşan li Bakur, Başûr, Rojava, Şengal, Mexmûr û her cihê ku Kurd lê hene wan qirbike, ji ber ku ev rejîm berdewamiya faşîzma 12’ê îlonê ye.

KCK: Serkeftin bi tekêşînke giştî ya bi gel ve pêkan

KCK’ê got gerîla îro bi rihê 15’ê tebaxê li her derê şer dike,lê têkçûna giştî ya dagirkeriya tirk ne tenê bi têkoşîna gerîla, bi berxwedaniya tevahî civakê pêkan e.

KCK’ê di dawî de bang li ciwanê kurd kir ku, tevlî nav refên têkoşînê bibin û teqez kir ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku di xeta pêngava 15’ê Tebaxê de dest pê kir, ber bi serkeftinê ve bibin.

Back to top button