TEV-DEM: Gerek destkeftiyên 15’ê Tebaxê werin parastin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê bi boneya salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bang li tevahî gelên herêmê kir, ku “Destkeftî û nirxên dîrokî yên Pêngava 15’ê Tebaxê biparêzin.”

TEV-DEM’ê pêngava 15’ê tebaxê di serî de li Rêber Apo û tevalî gelê kurd û dostên wan pîroz kir û got:

“Pêngava 15’ê Tebaxê pêngavekî fikrîye, dîrokî ye, nîştîmanî ye destana avakirina jiyaneke azad ji qirkirin û mirinê ye”

TEV-DEM’ê diyar kir ku rihê berxwedêr ê 15’ê tebaxê îro li Rojava, Şengal û Herêmên parastina Medyayê didome.

TEV-DEM’ê dazanîn ku dewleta dagirker îro êrişê rojava dike da ku destkeftiyên ku bi rihê 15’ê tebaxê li rojava hatiye bi destxistin ji holê rabike.

TEV-DEM’ê bang li hemû gelên li herêmê kir ku hevgirtîbin, nirxên dîrokî yên 15’ê tebaxê biparêzin.

Back to top button