Dewleta Tirk gundên Til Temir û Şehba topbaran kir

Îro jî dewleta Tirk berê topên xwe da herêmê..
Vê sibehê gundên Til Temir û Şehba topbaran kir.

Dewleta Tirk gundên Gozeliyê û Til Leben ên Til Temirê topbaran kirin.

Her wiha gundên Um Hoş û Şealê yên girêdayî kantona Şehbayê hatin topbaran kir ..

Zêdetirî 70 guleyên obîsê li herêmê ketin.

​​​​​​​Di êrişên li ser gundê Dirdara de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûn

Duh jî gundên Dirdara û Qibûr Qeracina yên Til Temirê hatin topbatan kirin .

Di encama êrişa li ser gundê Dirdara 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûn.

Navê şehîdan wiha ye:

Yûsif Muhsin El Mitras û Radî Mizil El Osman in.

Heman dagirkerî gûndê Şêx Elî yê navçeya Zirganê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Back to top button