Hêza parastina Civakî HPC’ê jin û Kongra Star, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker konê çalakiyê li ber avahiya NY’î ya li bajarê Qamişlo vegirtiye.
Çalakiya konvedanê, bi dirûşma “Kanî dadmendiya we” di roja 2’emîn didome.
Xelk li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û hevkariya hêzên garantor, tevlî çalakiyê dibin.
Vê sibehê jî Meclisa navçeya Amûdê serdana konê çalakiyê kir û helwest nîşan da.
Piştî nîvro jî wê xelkê Dirbesiyê bi saziyên xwe berê xwe bidin kon.
Tê payîn wê ji her navçe û bajarên herêma Cizîrê sazî, partî û rêxistinên li herêmê serdana vî konî bikin.
Kesên di bin konê çalakiyê de teqez kirin ku çalakiya wan heta rawestandina êrişan, dewam e.