Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE bi daxuyaniyekê eşkere ku şervanê wan Izet Şera ji ber nexweşiyê şehîd buye.
HRE di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Efrînî bi welatparêzî û berxwedaniya xwe herdem li pîvanên şoreşê xwedî derketin got: “Hevrêyê me Izet jî ji navçeya Şera ya bajarê Efrînê ye ku bi vê çanda berxwedêr mezin bûye.
Di tevlêbûna hevrê Izet de çanda berxwedêr a gelê me bandoreke mezin çêkir û tev li meşa azadiyê bû.
Hevrêyê me Izet di tevlêbûna xwe ya jiyanê de xwedî bi ked bû.
Kesayeteke dilpak û mutewazî bû.
Di berpirsyariya xwe ya parastina gelê xwe û axa xwe de tawîz neda û heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî erka xwe pêk anî.”
HRE di dawiya daxuyaniyê de soza xwe bi şehîdan re nû kir û sersaxiyê ji malbata şehîd Izet û gelê Kurd re xwest..
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya Şehîd wiha ye: Ferîd Mûsilî bi nasnav Îzet Şera 12`ê Tebaxa 2022`an li herêma Efrînê şehîd bû.