
Piştî ku Fransa û Birîtaniya ragihandin ku ew ê hêzên xwe li Sûriyê zêde bikin, DYE ji welatê Denîmarkê xwest hêzên xwe ji bo perwerdekirina hêzên leşkerî bişîne herêma Bakur û Rojhilatî Sûrî
Rojnameya POLITÎKA a Danîmarkî ragihand ku DYE ji Danîmark xwestiye ku hêzên xwe bişîne herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Li gorî rojnameyê erka van hêzên denîmarkî, perwerdekirina hêzên li hêrêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.
Duh jî Kovara Foreign Policy (Forin Polîsî) a Emerîkî ragihand ku wê Fransa û Birîtaniya hêzên xwe yên din bişînin Bakur û Rojhilatê Sûrî..
Beriya wê jî Emerîka ji Almaniyayê xwestibû ku hêzên xwe yên bejahî li bakur û rojhilatê Sûrî bicih bike.
Lê bersiv bi neyînî ji Almaniyayê hat.
Çavdêrên Siyasî ev polîtîkaya hikumeta Almanya bi helwesta dewleta Tirkiyê ve girê didin.