Bi nêzbûna Cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê re, ji herêmên Parastinê yên Mediya peyamên pîrozbahiyê tên. Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Karayilan bi vê wesîleyê ji gerîllayan re axivî. Karayilan îşaret bi berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê kir û got: Gerîla dîrok nivîsandin û dewleta Tirk derbên herî mezin ên dîroka xwe li Başûrê Kurdistanê xwariye.
Di dîmenê ku ji aliyê GerîlaTV ve hat weşandin de Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Murad Karayilan ji bo Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê xîtabî gerîlayan kir.
Murad Karayilan: Tirkiyê hertim Kurd ji bo bazarê bikar aniye
Karayilan anî ziman ku ji ber girîngiya jeopolîtkî ya Tirkiyê, hikumeta wê hertim ev li hemberî welatên Rojava bikar aniye û xwestiye bi vê zexta li ser Kurdan zêde bike.
Murad Karayilan: Hêza sereke ya Kurdistanê Rêber Apo û HPG ye
Karayilan daxuyakirin ji ber ku Rêber Apo û HPG hêza sereke ya kurdistanê ye ewqas bûye armanca êrişên dewleta Tirk.
Murad Karayilan: Dewleta Tirk ticarî ewqasî serhev windahî nedane
Karayilan diyar kir ku artêşa dewleta Tirk tevî bikaranîna çekên qedexe û hemû piştgiriya komên hevkar û hêzên navneteweyî xetimiye.