Hêzên Sûriya Demokratîk bi “Operasyona Sondê” ku li dijî sîxûran dabû destpêkirin, gelek sîxûr û di nav de sîxûrên ku bûbûn sedema şehadeta fermandar Sosin Bîraht, Rênas Roj û her 4 hevalên wan girtin. Duh di bernameya “Rûyên Veşartî” ya televizyona me de mukirhatinên wê şaneya sîxûriyê hate weşandin. Di mukirhatinên sîxûran de hate diyarkirin ku ew bûn sedema şehadeta 8 şervan û farmandaran.
Di berdêla tiştê herî erzan û qirêj de van sîxuran êrişî tiştên herî bi nirx û qîmet kirin.
9 şervan û Fermandar yên ku rojan e nan, av û xwarina xwe bi wanre parvedikir ew şehîd xistin.
Sîxûrê bi nave Yusif Osman Sîdo, û her dû hevjinên xwe , Ayşe Sîno û Raperîn bê ku şîrê diya wan bê bîra wan dest bi karê sîxurtiyê li dijî gelê xwe ji MÎT-Tirk re kirin.
Gava destpêkê a karê van sîxuran şere Serekaniyê de dest pê kir.
Sîxûrê bi nave Yusif di dema şer de serdana Til Temir ê dike, kordînatên cihê şervanan ji MÎT a Tirk re dişîne.
Dewleta Tirk jî bi balafiran yek ser ew deverên ku sîxur Yusif ji wanre dest nîşan dike bombebaran dike û di encamê de 3 şervanên QSD’ê Mihemed, Delîl û Siud şehîd dikevin.
Sîxûr Yûsif Osman Sîdo agahî der barê cih û navên fermandarên Til Temirê de ji MÎT’ê re dişîne
Piştî vê buyerê sîxûran karên xwe berfirehtir kir û li ser daxwaza MÎT’ê Yusifê sîxur û her dû hevjînên xwe mayinekê di avahiya têkilyan a meclisa leşkerî ya bajarê Til Temirê de bi cih dikin.
Di dema ku endam û fermandarên meclisê li hev dicivin yek ser Yusif agahiyê ji MÎT rê dişîne û piştre jî balafirên dewleta Tirk yek ser avahiyê dike hedef û di encama wê de Fermandara QSD’e Sosin Birhat û Egîd Girkêlegê û du hevalên wan şehîd dikevin.
Heta vir jî hîna kela dilê van sîxuran hênik nabe. Di dema ku Fermandar Rênas Roj berê xwe dide bajarê Qamişlo Yusifê sîxur û hevjînên xwe kordîneya erebeya Şehîd Rênas ji MÎT’ê re dişîne û dibe sedema şehîxistina wî.
Piştî vê jî Yusifê sîxur û hevjînên xwe cih û navên Fermandarê meclisa leşkerî ya Til Temrê ji MÎT re rê dike û MÎT jî ji wan dixwaze ku mayinekê di erebeya Fermandarê nû yê meclisê de bi cih bikin, li ev pilan ji aliyê operasyona Sondê hat têkbirin.