Gerîlayê HPG’ê Bawer Gelhat li Tirbespiyê bi merasimeke xiyabî hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Tirbespiyê ji bo şehîdê HPG’ê Bawer Gelhat merasîmke xiyabî li dar xist û ew bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Hisên Ewad El-Ciman (Bawer Gelhat) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Bi sedan welatiyên navçeyê li gundê Mizgeftê beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Di bin kon de, Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivî sersaxî da malbat şehîd re xwest û got,

“hemû pêkhateyên herêmê li dijî artêşa Tirk li ber xwe dan, ev jî îsbat kir ku gelê herêmê li dijî siyasetên qirker hevgirtî ne.”

Her wiha ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan jî axivî û diyar kir ku QSD’ê her tim li ser soza xwe ya parastina gel û yekitiya xaka Sûriyê ye.

Pişt re wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Back to top button