HPG’ê: Li Metîna û Zapê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap û Metîna yên başûrê Kurdistanê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker dan. HPG’ê ragihand di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 sîstemên kamera hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê de derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 11’ê Tebaxê li Girê Koordînê sîstema kamera ya termal ku artêşa Tirk a dagirker bi cih kiribû hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 11’ê Tebaxê li Qada Kanîbiyê termal û sîstema kamera ya mobesse ku artêşa Tirk a dagirker bi cih kiribû hate rûxandin û hemû perçeyên wê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 12’ê Tebaxê li Qada Saca bi çekên giran li hêzên dagirker ên li dora çeperên şer hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 12’ê Tebaxê li Girê Cûdî tîmên bi tevger yên YJA Starê li hêzên dagirker xistin, dagirkerek hate kuştin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 5’ê Tebaxê li qadên Deriyê Qaçê û Serê Orman yên bi ser Besta a herêma Botanê ve operasyoneke berfireh a dagirkeriyê da destpêkirin û ev operasyon 8’ê Tebaxê bê encam paşve vekişiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 12’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi balafirên şer, 9 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obusan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button