Cenazeyê Ebas li goristana taxa Qidûrbeg a Qamişlo hat veşartin

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Şevger Ebas îro li Qamişloyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Vê sibê endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şevger Ebas li Navenda Şûştina Gurçikan a li Qamişloyê ji ber nexweşiya gurçikan di 49 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Şevger Nisredîn Ebas di sala 1973`yan de li gundê Til Şiyîr ê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye.

Bi salan kar û xebat di nava tevgera azadiyê de kiriye. Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve bi awayekî çalak cihê xwe di nava kar û xebatan de digirt.

Cenazeyê Şevger Ebas li goristana taxa Qidûrbeg a li bajarê Qamişloyê hat veşartin.

Back to top button