FBI: Li mala Trump belgeyên veşartî yên dewletê hatin dîtin

Bi gumana ku hin belgeyên taybet ên Koşka Spî bi xwe re biribû, beriya çend rojan FBI bi ser mala serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de girtin. Eşkere bû ku dema serdegirtinê, belgeyên veşartî yên dewletê hatin dîtin.

Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê-FBI têkildarî encama lêgerîna li mala serokê berê Trump daxuyaniyek da.

Lêgerîna Yekşema derbasbûyî bi fermana Dadgeha Federal pêk hatibû.

Li gorî agahiyên dadgehê parve kirine, dema lêgerînê, li mala Trump,

4 belgeyên ku peyva pir veşartî li ser wan nivîsî û 7 belgeyên din hatin desteserkirin.

Yek ji wan belgeyan jî di asta hesas de ye.

Li Amerîkayê peyvên pir veşartî û hesas ji bo belgeyên ewlekariya netewî têne bikaranîn.

Ji ber vê taybetmendiyê, belgeyên wiha li avahiyên taybet têne parastin.

Ji bilî belgeyan, ajanên FBI her wiha mijarê derheqê serok-komarê Fransayê û gelek nivîsên taybet jî bidest xistin.

Ji ber vê çendê, dadgeha federal bi sedema binpêkirina Qanûna Sîxûriyê, jêpirsîn derheqê Trump de birêve dibe.

Dîtîna belgeyên dewletê yên veşartî, cara pêşî di dîroka Amerîkayê de li mala serokekî berê tê dîtin.

Back to top button