Rûsya: Me gundê di Ketina bajarê donetskê de kontrol kir

Di wextekî de ku serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku ew ê deverên dagirkirî rizgar bikin, hêzên Rûsyayê xwe nêzî bajarê Donetskê dikin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan gundê Peski ê di ketina bajarên Donetskê de bi temamî kontrol kirine.

Bi armanca kontrolkirina Donetskê, ev demeke dirêj e di navbera hêzên Rûs û Ukraynayê de şer dewam dike.

Beşeke mezin ji herêma derdora Donetsk ketibû bin kontrola Rûsyayê.

Wezareta Parastinê ya Rûs îro bi daxuyaniyekê îdîa kir ku wan di ketina bajêr de gundê binavê Peskî bi temamî kontrol kirine.

Wezaretê wekî din ragihand ku wan herêma Kramato-rsk baregeheke moşekên Hî-mars ên Amerîkayê rûxandine.

Rayedarên herêmê ragihand ku di êrişa Rûsyayê de 3 kes hatine kuştin.

Back to top button