Cîhan Mustefa: Piştî rizgarkirina Minbicê jin bû xwedî îrade û maf

Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Minbicê ji dagirkeriya DAIŞ’ê, Cîhan Mustefa ya ji bajarê Minbicê li ser rewşa şêniyên bajêr ya di dema çeteyên DAIŞ’ê û niha de axivî û got: “DAIŞ’ê em ji hemû mafan bê par hiştibûn, her tişt ji bo jinan qedexekir. Derfetên ku piştî rizgarkirina Minbicê ji me re hatin dayîn em ji xewa kûr şiyar kirin. Îro jin di her milî de xwedî zanebûn, îrade û maf e.”

Rizgarkirina Minbicê şoreşa guhertina ramana paşverû û pêşxistina rastiya jinê û îro jin di hemû qadan de xwedî roleke mezin e.

Cîhan Mustefa 32 salî ye û ji bajarê Mincicê ye.

Û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîne.

Ew şahidê hemû bûyerên ku dema DAIŞ di bajarê wê de bû kiriye.

Cîhan Mustefa anî ziman ku di dema DAIŞ’ê de hertişt ji bo jinan qedexe dikir û rewşa aborî jî gelekî xirab bû.

Ji ber wê ew neçar dimînin ji bajarê xwe derkevin. Lê dayîka wê di mala xwe de dimîne.

Cîhan Mustefa diyar kir ku dema hemleya rizgarkirinê dest pê kir, DAIŞ’ê êrîşî mala diya wê kir û birayê wê Mustefa girt û dema dayîka wê ji bo lawê xwe qîr kir, dayika wê jî girtin.

Cîhan Mustefa anî ziman ku piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê wê cihê xw di nava Asayîşa Jin de girt.

Back to top button