Di nava 8 mehan de 69 welatî şehîd 168 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2022’an de asta êrişên xwe yên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdekirin. Di nava 8 mehên vê salê de dewleta dagirker 3 hezar û 763 caran êriş û bombebaran pêk anîn. Di encama van êrişan de 69 kes şehîd, 168 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê salê de asta êrişên xwe yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêdekirin.

ANF’ê bîlonçoya êrişên dagirkeriya Tirk yên 8 mehan weşand.

Li gorî bîlonçoya hatiye weşandin ji destpêka heta niha herî kêm 3763 êrîş li dijî herêmê hatiye kirin.

Di van êrîş û bombebaranan de 69 kes şehîd bûn, 168 kes birîndar bûn.

Êrîşên di nava salê de hatine kirin wiha ne:

Meha Çileyê: 387 êriş 25 kes birîndar bûn

Di meha çileyê de dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê 387 êriş pêkanî.

Di van êrişan de 25 kes birîndar bûn.

Li ser herêmê 5 caran balafirên şer û 80 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Meha Sibatê: 432 êriş, 2 şehîd, 16 birîndar

Di meha Sibatê de 432 êriş hatin kirin.

Di van êrîşan de 2 kesên sivîl şehîd bûn, 16 sivîl birîndar bûn.

Li ser herêmê 7 caran balafirên şer û 119 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Meha Adarê: 288 êriş 10 kes birîndar bûn

Di meha Adarê de 288 êriş pêk hatin.

Di van êrîşan de 10 kesên sivîl birîndar bûn.

Li herêmê 20 caran balafirên şer û 123 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Meha Nîsanê: 529 êriş, 4 kes şehîd bûn û 9 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk di meha Nîsanê de 529 caran êrişê herêmê kir.

Di van êrîşan de 4 kes şehîd bûn û 9 kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de li ser herêmê 20 caran balefirên şer û 177 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Meha Gulanê: 711 êriş, 2 kes şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn

Di meha gulanê de dewlata tirk a dagirker 711 caran êriş pêkanî.

Di van êrîşan de 2 kes şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn.

Herwiha 22 caran balafirên şer û 222 caran jî balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Meha hezîranê: 451 êriş, 3 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn

Dewleta tirk di meha Hezîranê de 451 êriş li dijî herêmê pêk anî.

Di van êrîşan de 3 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn.

43 caran balafirên şer û 315 caran jî balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Meha Tîrmehê: 363 êriş, 7 kes şehîd bûn, 25 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk di meha Tîrmehê de 363 êriş pêkanî.

Di van êrîşan de 7 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.

Herwiha li ser herêmê 13 caran balafirên şer û 401 caran jî balafirên keşfê geriyan.

Meha Tebaxê: 600 êriş, 15 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn

Di meha Tebaxê de jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve herî kêm 600 êriş li dijî herêmê pêkhatin.

Di van êrîşan de 15 kes şehîd bûn û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Destpêka sala 2022 54 êrişên bi balafiran, 36 kes şehîd û 44 jî birîndar

Ji destpêka 2022’an de heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk 54 caran bi balafirên bêmirov êriş pêk aniye..

Di encama van êrişan de jî 36 welatî di nav de jî zarok şehîd bûn û 44 kes jî birîndar bûn..

Back to top button