ÎRAQ Û DEWLETA TIRK LI SER BINPÊKIRINA SERWERIYA AXA IRAQÊ LI HEV RÛDINÊN

by feAdVw8fgi
166 views

Di wextekî ku dewleta Tirk a dagirker serweriya Îraqê binpê dike û êrîşên tund li ser başûrê Kurdistanê pêk tîne, şandeyeke Îraqî ya payebilind li Enqera ye

Wezareta derve ya Îraqê ragihand ku, wê şandeyeke hikumetê di çareçoveya hevkariya leşkerî û ewlehî de bi hikumeta Enqereyê re bicivin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, wê wezîrê derve, yê parastinê û serokê ajansa istxbaratê bi hevkarên xwe yên Tirkî re rûnên da mijarên girêdayî ewlehiya her du welatan gotûbêj bikin.

Ji bo heman mijarê, di 15 Gulana borî de, serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî serdana Tirkiyê kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku ev yek di eynî dema tê ku binpêkirina xaka Îraqê ji aliyê hikumeta Erdogan AKP’ê ve.