Îbrahîm Şêxo: Bêdengiya hikûmeta Şamê nîşana lihvkirinên veşartî ne

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dike. Îbrahîm Şêxo da zanîn ku bêdengiya hikûmetê li hember sûcên çeteyan li herêmên dagikirî nîşana lihevkirinên veşartî ne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo li ser gotina dawî a Mevlud Çawişoglu ji ajansa Hawarê re axivî.

Îbrahîm Şêxo destpêkê behsa kirinên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî kir û ev tişt anî ziman:

”Çeteyên qaşo bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ hemû cureyên sûcan li herêmên dagirkirî pêk tînin.

Û asta van sûcan gihaştî asta sûcên şer.”

Şêxo bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember van sûcan û got:

”Daxuyaniyên şermok ên hikumetê de xuya dibe ku lihevkirineke berê di navbera wê û dewleta Tirk de heye.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re dewleta Tirk hemû şoreşgerên azad ên li dijî hikûmeta Şamê tesfiye kirin.

Û di nav kampan de li Tirkiyê girtin.

Berî niha wezîrê karê derve yê Tirkiyê eşkere kiribû ku ew di Cotmehê de bi Feysel Miqdad re hevdîtin pêk anî.

Ev îsbat dike ku nêzîkbûnek di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi awayekî veşertî heye û Rûsya kordîna wê dike.”

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk hemû çeteyên li dijî hikûmeta Şamê rabûn kom kirin û birin hember Kurdan.

”Dewleta Tirk yek ji dewletên herî girîng e ku piştevaniya hikumeta Şamê dike.

Tirkiyê xeta şoreşê ber bi şerê li hemberî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve guhert.

Hemû çete ji herêmên Heleb, Dera, Hims û Şamê kişandin xeta sînor û dehf da wan ku êrişî kurdan bikin.”

Têkildarî xwepêşandanên li herêmên dagirkirî Îbrahîm Şêxo wiha anî ziman:

“Li piraniya herêmên dagirkirî, gel li hember desthilatdariya dagirkeriyê rabûn.

Xwepêşandêran ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan şewitandin.

Dewleta Tirk a bi guleyan bersiva xwepêşandanên li Ezaz, Cerablus û parêzgeha Idlibê da.

Û di encamê de zarokek hate qetilkirin û bi dehan sivîl birîndar bûn.”

Back to top button