QSD’ê 2 sîxurên dewleta Tirk girtin û sîxurek hat kuştin

QSD’ê ragihand ku li bajarokê Til Birak ê kantona Qamişlo di operasyoneke hêzên wan de 2 sîxurên Tirkiyê hatin girtin, yek jî hat kuştin.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“11’ê Tebaxê hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê şaneyeke MÎT’ê li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê.

Şane ji 3 kesan pêk tê û destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye.

Van kesan li Til Birakê kar ji îstixbarata Tirkiyê re dikirin û agahî li ser xebatkarên Rêvberiya Xweser ji MÎT’ê re dişandin.”

QSD’ê eşkere kir ku di encama operasyona hêzên wan de endamê şaneyê Ezîz Mihemed El Mihemed ji ber ku xwe radest nekir hat kuştin.

Her wiha 2 sîxurên din jî hatin girtin.

Back to top button