PAJK: Bi hêrsa 15’ê Tebaxê gerîla li Çiyayên Kurdistanê destanan dinivisîne

Koordînasyona PAJK’ê û Fermandariya YJA Star diyar kirin ku gerîlyên HPG û YJA Starê, bi ruhê 15’ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan dinivisînin û gotin; “Pêngava 15’ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê mezin dibe. Serketin wê ya gelê me be ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi wesîleya 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê di kesayeta fermandar Egîd de hemû hevrêyên şoreşê yên şehîd ketine bi rêz û minet bi bîr anî.

Û salvegera 38’an a pêngavê li Rêber Apo, gel, gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku bi hêrsa 15’ê Tebaxê li dijî dijmin şerekî bêeman dikin, pîroz kir.

PAJK’ê got: Faşîzma dewleta Tirk ji avabûna xwe û heta niha tepsandin û tesfiyekirina tevgerên şoreşger ji xwe re kiriye wezîfeya bingehîn.

Berxwedana gelan çawa ku rejîmên faşîst hemû hilweşandine, wê faşîzma AKP-MHP’ê û pitşevanên wê jî têk bibe.

Pêngava şerê şoreşgerî bi felsefeya Rêber Apo dest pê kir, bi biryardariya fermandar Egîd kete pratîkê, civakî bû û bi Hêzên HPG û YJA Star bû hêviyeke mezin ji mirovahiyê re.

Her wiha PAJK’ê diyar jî kir ku pêngava 15’ê Tebaxê li dijî zayendîperestî û paşverûtiya feodal bû banga hişyariyeke mezin û ev tişt got:

Jin û mêr ên Kurd li dijî paşverûtiya civakî berê xwe dan çiyayan.

Jinan bi dilxwaziya azadiyê xwe bi rêxistin kirin, hêza xwe ya xweparastin û vîna rêxistinî ava kirin.

Ev yek jî veguherandin artêşbûn û Kurdistanê kirin warê şoreşê ya bi pêşengiya jinê.

YJA Star: Serkeftin wê ya gelê me be ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber xwe dide

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi daxuyaniyekê 15’ê Tebaxê pîroz kir.

YJA Star got: Guleya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji lûleya çeka Egîd hat teqandin, tevgera tolhildana gelê Kurd da destpêkirin.

Her jina li çiya li berxwe dide miratgirê guleya yekemîne.

Em ê teqez bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ku rê li ber vê têkoşînê vekir, bi şêwaza lêdanê ya fermandarê me yê mezin Egîd, bi ser bikevin.

YJA Star anî ziman ku ew weke gerîlayên YJA Starê ji bo ku li ser rêya şehîdên xwe soza serketinê bi cih bînin, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin. Ser ketin jî ya gelê me yê ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li berxwe dide.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê dibêje:

Li dijî aqlê faşîst ê qirkeriya Tirk ku digot ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin’, em bi ruhê nû, aqil û dilê PKK’ê li Avaşînê, Zap, Metîna, Botanê û her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li ber xwe didin.

Back to top button