QSD: Li Til Birakê sîxurekî MÎT`ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin

Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê yên li dijî sîxurên MÎT’ê bê navber dewam dikin. QSD’ê di çarçoveya Operasyona Sond’ê de ku li dijî torên sîxûrên MÎT’a Tirk dabû destpêkirin, operasyoneke taybet li bajarokê Til Birakê a Qamişlo li dijî şaneyeke MIT’ê pêk anî. Di encamê de sîxurekî MÎT`ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin.

Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê yên li dijî sîxurên MÎT’ê bê navber dewam dikin.

Hêzên QSD’ê di çarçoveya Opeasyona Sondê de li navçeya Til Birakê a bi ser Qamişloyê toreke sîxurên MÎT’ê têk bir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî derbê operasyonê de daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir hêzên wan di 11`ê Tebaxê de bi operasyoneke taybet bi ser cihê şaneyeke MÎT`a Tirk ya li taxa Ebû Erzalê ya bajarokê Til Birakê de girtin û ev agahî parve kir;

Şaneya ji 3 kesan pêk tê destên wan di şehîdxistina gelek hevrê û fermandarên me de heye.

Şaneyê Li bajarokê Til Birakê û Qamişlo ji bo îstixbarata Tirkiyê ‘MÎT’ kar dikir û agahiyên li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser û xebatkarên saziyên sivîl, leşkerî û xizmetguzarî didan MÎT`ê.

Di vê operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê “Ezîz Mihemed El Mihemed” xwe radest nekir û gule li hêzên me reşand.

Hêzên me jî neçar man bersivê bidin û di encamê de ev sîxur hat kuştin.

Her wiha 2 sîxurên din jî hatin girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye hin malperên înternetê yên girêdayî MÎT`ê û çeteyên wê, agahiya kuştina Ezîz Mihemed El Mihemed belav kirin û hewl dan wî weke sivîl nîşan bidin û karên wî yên qirêj binixumînin.

Back to top button