LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ DU TEQÎN PÊK HATIN

Îro di saetên sibehê de li navenda bajarê Efrinê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin 2 teqînên mezin rû dan.

Li gorî agahiyên ji hundirê Efrîn; teqînek li kolana Vêlat a navenda Efrîn pêk hatiye.

Teqîna din jî li gundê Tirindê yê li ser deriyê veguhestina rojhilatê bajarê Efrînê pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ajansa Hewarê, li gundê Tirindê navendeke çeteyên Cebha El-Şamiya hatiye hedef girtin.

Di teqînê de herî kêm 11 çete û malbatên wan hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Lê belê derbarê teqîna li kolana Vêlat ti agahî ne hatine bi dest xistin.

Heta niha ti hêzekê ev teqîn li ser xwe ne girtiye.

Leave a Reply

Back to top button