Çeteyan 10 wealatî ji navenda Efrîn û navçeyên wê revandin

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyên dewleta Tirk herî dawî yek jê jin, 10 welatî ji Efrînê û navçeyên wê revandin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dike.

Çeteyên dagirker bi hincetên xwe yên berê amadekirî rojane welatiyên li Efrînê mane direvînin.

Rêxistinên ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê belge dikin, ragihandin çeteyan herî dawî 10 welatî li Efrînê ravandin.

Li gorî Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê çeteyên dagirkeriya Tirk 9 welatî ji navçeyên Cindirês, Şera û Şêrawa revandin.

Li gorî rêxistinê, çeteyan li gundê Dêr Sewanê yê Şera jina temenmezin a bi navê Ewaş revand.

Her wiha li gundê Goran a navçeya Cindirêsê welatiyên bi navên Riyad Ekrem Şêx û Hemîd Newres Ismaîl hatin revandin.

Li gundê Nisrînê yê navçeya Cindirêsê jî çeteyan bi ser malan de girtin û 4 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin,

Derwîş Hesen Mihemed, Ebdilmecîd Hisên, Wehîd Ebdo Ebdo û Mihemed Newres Ismaîl e.

Li Gundê Birc Heyder a navçeya Şêrawa jî çeteyan welatiyên bi navê Xelîl Ismaîl û Ehmed Nabo Ehmed revandin.

Malpera Efrîn Post jî ragihand ku çeteyan welatiyê ji pêkhateya Ereb Mirhef Hewa ku muxtarê Taxa Eşrefiyê ya Efrînê ye revand.

Hate ragihandin kesên hatine revandin heta niha aqubeta wan ne diyar e.

Li gorî navendên belgekirina binpêkirinan, tenê ji destpêka vê mehê heta niha çeteyan 31 welatî li Efrînê revandine.

Çeteyan darên derdora gola meydankê û bi dehan dar li navçeya Şera birîn

Li aliyekî din dizî, talan û wêrankirina xwezeya Efrînê jî dewam dike.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand çeteyan daristanên li der dora Gola Meydankê ya navçeya Şera û 35 dar jî li gundê Ebla yê navçeya Bilbilê birî.

Çete darên dibirin weke êzing li bazaran difiroşin.

Back to top button