Çalakiya li Qamişlo ji aliyê saziyên Girkê Legê ve dewam dike

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagiker di nava tevgerê de ye. Îro li gelek derverên herêmê li dijî êrişan çalakî hatin lidarxistin û banga girtina qada hewayî hate kirin. Her wiha bang li gel hate kirin ku xwe ji bo şerê gel ê şoreşgerî amede bikin.

Çalakî û berxwedana gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk dewam dikin.

Çalakiya konvedanê ya li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişlo, di roja 3’an dewam dike.

Îro bi dehan ji endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeya Girê Legê beşdarî çalakiyê bûn û dewr girtin.

Li çalakiyê Hevseroka Meclisa Navçeya Girê Legê Zilfa Bedro axivî û wiha got:

“kanî helwesta we li beramberî van êriş û komkujiyan,

kanî demokrasiya we,

Bêdengiya we îsbat dike ku hûn jî şirîkê van komkujiyan in.”

Zilfa Bedro daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar kir ku li dijî sûc û hovîtiya dewleta Tirk bertek nîşan bidin.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Girê Legê Salih Xelîl jî axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrişên dagirkeran li berxwe bidin û têbikoşin.

Beşdaran çalakiyê jî daxwaz kirin ku divê hêzên navnetewî li dijî êrişên dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin û qada ezmanî ya herêmê li balafran qedexe bikin.

“Bila qada ezmanî li pêş balafirên dewleta Tirk bê girtin”

Akademiya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li pêş Akademiya Şehîd Siûd ya li navçeya Amûdê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina welatiyan hat şermezar kirin.

Hat diyar kirin li dijî êrişan ew li pişta QSD’ê û hemû hêzên xwe yên parastinê ne û wiha hat gotin,

“Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî hebûna xwe misoger bikin û tu carî dev ji xaka xwe bernadin.”

Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî hate kirin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin û qada ezmanî ya herêmê li balafiran qedexe bikin.

Back to top button