Rêveberiya Xweser komkujiya Şiêtat şermezar kir û şehîdên wê bibîr anîn

Sibê, salvegera komkujiya Şiêtat a ku bi destê DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk hat e.. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê Komkujî şermezar kir, şehîdên komkujiyê bibîr anîn û bang li her kesî kir ku li hember hevakrê Daiş’ê dewleta Tirk yekgirtî bin.

DAIŞ’ê di 15’ê Tebaxa sala 2014’an li Dêrazorê li dijî endamên eşîra Şiêtat komkujiyek pêk anîn.

Di vê komkujiyê de zêdetîrî hezar û 200 kes hatin qetilkirin, 300 kes heta niha wenda ne û malûmilkên wan hatin wêrankirin..

Bi nêzbûna salvegera komkujiyê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kir û şehîdên wê bibîr anîn..

Rêveberiyê diyar kir ku ev rêxistin hîn jî piştgiriyê ji hêzên navneteweyî û herêmî werdigre û nexasim ji dewleta Tirk û got:

“Di salvegera vê komkujiya bi êş a li dijî eşîra Şiêtat de, dewleta Tirk rojane êrişî herêmê dike û komkujiyan li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne..

Êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek hewl dide careke din DAIŞ’ê zindî bike, rojane komkujiyan pêk tîne, siyaseteke plankirî ya qirkirinê û talankirinê dimeşîne û bêyî tu dewlet dengê xwe bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li tevahî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û li dora hêzên xwe yên leşkerî yên di bin banê QSD’ê de kom bibin.

Back to top button