400 Kesên din ji kampa Holê derketin û vegeriyan warên xwe

Rêveberiya Xweser bi koordîneya Hêzên Ewlehiyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê, beşek din a welatiyên Dêrazorê li ser daxwaza wan ji kampa Holê vegerandin warê wan.

Beşeke din a Welatîyên Sûrî ku ji 400 kesan pêk tê ku ji rojhilat û bakurê Dêrazorê ne ji Kampa Holê derketin.

Piştî piştrastkirina belgeyên malbatan, bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, ji kampê hatin derxistin.

Li gorî endamê rêveber ê Kampa Holê Kîm Emîn, heta niha 50 qefle ji kampê hatine derxistin.

Back to top button