LI HESEKÊ 3 TEQÎN PÊK HATIN LI KÊLEKA ZIRARÊN MADÎ, ENDAMEKÎ HÊZÊN EWLEKARIYÊ BIRÎNDAR BÛ

by feAdVw8fgi
88 views

Îro danê sibehê 3 teqîn li pey hev li bajarê Hesekê rû da..

Li kêleka zirarên madê, tê gotin endamekî hêzên Ewlekariyê jî birîndar bû.

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku teqîna destpêkê li taxa Salihiyê pêk hat lê tiştek bi kesî nehat.

Teqîna duyemîn derdora saet 9:45’an li nêzî çerxerêya El-Meşheme ya li taxa Salihiyê bi rêya motorsîkletekî bomebarkirî pêk hat.

Di encam de zerarên madî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê girtin.

Hemwextî wê teqîna sêyemîn jî li taxa Kelasê pêk hat.

Teqîn li benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya ya li ser rêya trenê pêk hatiye.

Ji ber vê teqînê tê gotin endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bû.